Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Guterres Banga Dempdest Gihandina Alîkarîya Miriovahî ji Gazayê re Dike


Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres îro Înê giheşt derîyê sînorî yê Refahê ku di navbera Misir û Gazayê de ye.

Wî li wê derê bang li hemî alîyan kir ku bi hevre bixebitin da ku alîkarîya mirovî bigiheje Filîstînîyên li Gazayê.

“Qamyonên ku bi alîkarîyên mirovahî barkirî ne, jibo Filîstînîyên li Gaza pir girîng in û divê ew qamyon bi demûdestî derbazî Gazayê bibin.

Guterres bal kişand ku di navbera Misir û Îsraîlê de peyman hatiye girêdan ku alîkarî derbazî Gaza bibe, lê got ku hin şert û sînordarkirin li ser peymanê hene.

“Em bi awayekî çalak bi Misir, Îsraîl û Amerîka re dixebitin ku bikaribin wan şertan zelal bikin û wan sînordarkirinan sivik bikin da ku em qamyonên alîkarîyê di dema herî kin de derbazî Gaza bikin. “

Guterres herwiha banga xwe ya bo agirbestekê di navbera alîyên şerker de dubare kir.

XS
SM
MD
LG