Berdevkê Neteweyên Yekbûyî (NY) Stephane Dujarric got ku Sekreterê Giştî yê NY’ê Antonio Guterres îro Sêşemê jibo Lubnanê banga agirbesta demûdest kiriye.
Dujarric dîyar kir ku Guterres gotiye ku divê jibo serwerîya Lubnanê û yekîtîya axa wê rêz were girtin.
‘’Bedela wê çi be jî divê hemî alî ji şerekî giştî dûr bisekinin’’ Dujarric got û dîyar kir ku Guterres îro bi Serokwezîrê demkî yê Lubnanê Necip Mikati re axifîye.
Dujarric got ku Guterres ji Mikati re dîyar kiriye ku NY jibo alîkarîyan amade ye.