Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres îro Înê got ku serxwebûna Tîmora Rojhilat ji cîhanê re xelatek e jiber ku nîşan da ku pirsgirêkeke etnîkî dikare bi rêka danûstandinan were çareser kirin.
Guterres, ku jibo pîrozkirina salvegera 25’an ya referanduma serxwebûnê ya ji Endonezyayê li Tîmora Rojhilat e, beşdarî merasîmên fermî dibe ku du lehengên serxwebûnê, Serokwezîr Xanana Gusmao û Serok Jose Ramos-Horta jî amade dibin.
"Em qet nikarin wêrekîya berxwedana Tîmorê ji bîr bikin. Ji alîyê kesên ku jibo pêkanîna serxwebûnê her tişt fêda kirin. Lê, ger Tîmora Rojhilat gelek tişt ji NY wergirt, ya rast ev e ku wê jî gelek tişt dane NY û cîhanê. Gotûbêjên bi navbeynkarîya Neteweyên Yekbûyî ji cîhanê re nîşan da ku maseya danûstandinan dikarin kêşeyan çareser bikin..." Guterres îro li parlamana Tîmorê got.
Tîmora Rojhilat, piştî referanduma sala 1990’an ya bin çavdêrîya NY ku pirtirî % 78 ji beşdaran piştgirî dabû, di 2002’yan de bi fermî serxwebûna bi dest xistibû.
NY bi bîr tine ku çekdarên ser bi Jakarta piştî dengdana sala 1999’an dest bi êrîşên tund kiribûn, binesazîyê herêmê rûxandibûn û nêzî 1,000 kes kuştibûn.