Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Guterres jibo Sûrîyê Banga Çareserîya Sîyasî dike


Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres îro Pêncşemê divê jibo hemî sîvîlên pêdivîya wan bi alîkarîyan hene rêk werin vekirin.

Guterres dîyar kir ku jibo rijîna xwîna li Sûrîya raweste divê bi hêsankirina NY’ê jinûva peyvajoyeke sîyasî destpê bike.

‘’Berpirsîya hemî alîyan heye ku berevanîya sîvîlan bikin. Niha li herêmê şerekî giran heye û bi deh hezaran sîvîl bi rîskên mezin re rûbirû mane.’’

Wî dîyar kir ku divê hemî alîyên ku li Sûrîyê bandorên wan hene çi ji dest wan tê bikin.

Guterres dîyar kir ku jiber ku danûstandinên agirbestê bi ser neketine û li gor biryarên Civata Ewlekarî tevnegerîne rewşeke giran çêbûye.

Serhildayên Sûrî îro Pêncşemê Hamas jî bi dest xistin.

Bi serketina li Hama, serhildayan derbeke nû ya mezin li Serokê Sûrîyê Beşar Esad û hevbendên wî yên Rûsî û Îranî xistin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG