Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY bi Fermî Erê Kir ku Antonio Guterres Bibe Sekreterê Nû


Ban ki-Moon Guterres pîroz dike

Neteweyên Yekbûyî bi fermî erê kir ku Antonio Guterres ê Portekîzî bibe sekreterê giştî ya nû.

Li ber e Guterres do 1'ê meha Rêbendan a 2017'ê de, li şûna Ban Ki-moon dest bi karê xwe yê nû bike.

Guterres ku serokwezîrê berê ye Portugalê û serokê berê yê ajansa penaberan ya Neteweyên Yekbûyî bû, got ku ewê bi rûmeteke mezin û bi spasdarî vî karî qebûl bike.

Guterres 67 salî ye û di nav 12 berbijaran de, ku nîva wan jin bûn, bi prosesa bi dirêjîya deh mehan de wek sekreterê nû hate hilbijartin.

Wî di hevpeyvînekê de ji VOA re gotibû ku ew dixwaze bide sekreterê nû da ku bingehên çareserîya kêşeyên cîhanê ava bike.

XS
SM
MD
LG