Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Guterres Dibêje Êrîşa Dijî Endamên Medya Binpêkirina Qanûnên Navneteweyî ye


Sekreterê Giştî yê NY’ê Antonio Guterres bi rêka berdevikê xwe ragihand ku êrîşên sîvîlan û endamên medya dijî qanûnên navneteweyî ne.

Îsraîlê do Şemîyê êrîş biribû ser avahîyekê ku têde ofîsên Al Cezire û Associated Press hebûn.

Karbidestên Îsraîlê dibêjin ku di avahîyê de ofîsên Hamasê jî hebûne.

Bi saya hişyarîya berî êrîşê di avahîyê de ti kuştin çênebû.

AP’ê bi daxuyanîyekê rêvebirîya Îsraîlê şermezar kir û dîyar kir ku di avahîyê de ti ofîseke Hamasê tunebûye.

Ji destpêka pevçûnên dawî yên Îsraîl û Filistînê ve 44 ji wan zarok 163 kes hatine kuştin.

Civata Ewlekarî ya NY'ê dê îro Yekşemê ser girjîya di navbera Îsraîl û Filistînê de kom bibe.

XS
SM
MD
LG