Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Guterres bo Etopya Banga Agirbesta Demûdest Dike


Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres li Bogota ya paytexta Kolombîya bo Etopya banga bidawîkirina cengê kir.

Guterres ji rêberên Etopyayî xwest ku bo aştîyê li mînaka aştîyê ya welatê Andeanê binêrin.

Wî dîyar kir ku peyvajoya aştîyê ya Kolombîya bi wî xweş hatiye û wê kiriye ku ew di ser wê mînakê re bo Etopya banga agirbestê bike.

Şerê li Etopya, di Mijdara 2020’an de li herêma Tîgrayê di navbera Enîya Rizgarîya Gel ya Tîgray û hêzên federal ya Etopya destpê kir.

Tîrmeha borî pevçûnên li Etopya li du herêmên cîran belav bûn.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG