Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Antonio Guterres bo Îdlibê Banga Agirbesta Demûdest Dike


Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres, bi rêka berdevikê xwe Stephane Dujarric da zanîn ku girjîya li rojavayê bakurê Sûrîyê ‘’fikarên mezin’’ çêdike.

Di daxuyanîya nivîskî de hat gotin ku Guterres dixwaze ku li rojavayê bakurê Sûrîyê agirbesteke demûdest were ragihandin.

Guterres dîyar kir ku tevgerên leşkerî yên li herêmê li ser jîyana sîvîlan metirsîyan çêdikin û ger ti gav neyê avêtin ewê rîsk ji berê mezintir bibe.

Li gor daxuyanîyên karbidestên Tirkîyê, hêzên hikûmeta Sûrîyê li herêma Îdlibê 33 leşkerên Tirk kuştine.

XS
SM
MD
LG