Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Guterres Dixwaze Kombûna Civata Giştî ya NY'ê bi Vîdeokonferansê Çêbe


Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres got ku dibe ku kombûna civata giştî ya yekîtîyê îsal jiber vîrusa korona bi vîdeokonferansê çêbe.

Civata Giştî ya NY’ê her sal di meha Îlonê de li New York ya Amerîka kom dibe ku li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li eyaleta New Yorkê 28,558 bi vîrusa korona mirine.

Guterres bi nameyekê ji serokê Civata Giştî ya NY’ê xwest ku rêberên dewletan bi vîdeokonferansê beşdarî civînê bibin.

Wî herwiha da zanîn ku ew dikarin civînên civata giştî ji sala 2021’an re taloq bikin.

XS
SM
MD
LG