Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Guterres Koreya Bakur Şermezar Kir


Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres dîyar kir ku dibe ku kêşeya Koreya Bakur rê li ber şerekî mezin veke.

Guterres da zanîn ku rîska pevçûnên navokî bi Koreya Bakur re, dijî hemî cîhanê gefa herî mezin e.

Guterres cerbiandina navokî ya dawî şermezar kir û bang li Koreya Bakur kir ku berpirsîyên xwe yên navneteweyî bi cîh bîne.

Sekreterê Giştî yê NY’ê ji dewletên cîhanê xwest ku rê li ber şerê mezin yê li Nîvgirava Kore bigirin.

Rêvebirîya Washingtonê, Serokê Koreya Bakur Kim Jong Un bi xwestina cengê tawanbar dike û ji NY’ê dixwaze ku toleyên herî giran dijî wî welatî ragihîne. Koreya Bakur dîyar dike ku ger tole werin ragihandin ewê bi rêbazên xwe bersîva Amerîka bide.

XS
SM
MD
LG