Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Guterres Bal Kişand Ser Zararên Civakî û Aborî yên Vîrusa Korona


Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres dîyar kir ku zarara ku vîrusa korona daye cîhanê bi tenê bi perpûna vîrusa korona ranabe û got ku dibe ku başbûn heta çend salan bidome.

Guterres di rûniştina taybet ya Civata Giştî ya NY’ê bal kişand ser zararên aborî û civakî yên vîrusa korona.

Li gor raporeke NY’ê do Pêncşemê ragihandibû, îsal jiber vîrusa korona 32 mîlyon kes dikarin bi feqîrîyeke giran re rûbirû bimînin.

NY hewil dide kapasîteya xwe ya alîkarîyê bo bi mîlyonan kesên din berfireh bike.

Sekreterê Giştî yê NY’ê da zanîn ku paketeke alîkarîyê ya herî kêm 10 ji sedê aborîya cîhanê mezin e divê were pejirandin û got ku ku ew dixwazin ku deynên welatên wan bi pêdîvîyan hene werin jê birin.

Agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li seranserê cîhanê pirtir ji 65 mîlyon kes bi vîrusa korona ketine û 1,507,323 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG