Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Guterres Dixwaze ku Nexşerêya Lîbya bi Biryara NY'ê Were Xurtkirin


Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres dîyar kir ku divê encamnameya Konferansa Lîbya bi biryareke Civata Ewlekarî ya NY’ê were xurtkirin.

Guterres li New Yorkê da zanîn ku biryara NY’ê dê bo bîcîhanîna biryarên Konferansa Lîbya guvaştinê çêke.

‘’Li gor min, encamnameya Konferansa Lîbya ger bi biryarên Civata Ewlekarî û bi gavên din were pejirandin, ew dê pêşketineke girîng be’’ Guterres got.

Wî ser Konferansa Lîbya, ku roja Yekşemê li Berlîn ya paytexta Almanya li dar ketibû, da zanîn ku ew ‘’gaveke mezin e’’ û dîyar kir ku divê bo nexşerêya Lîbya garantî çêbin.

Sekreterê Giştî bi berdewamî got ku yek pevçûnên biçûk ne têde, agirbesta Lîbya bi awayekî tam dewam dike.

XS
SM
MD
LG