Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Guterres Daxwaz Dike ser 'Kataloga Zilmê' ya li Ukrayna Lêpirsîn Were Destpêkirin


Antonio Guterres Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY
Antonio Guterres Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres îro Pêncşemê daxwaz kir ku ser tawanên şer yan jî gor pênasakirina NY " kataloga hovîtîyê" yên li Ukrayna lêpirsîneke were destpêkirin.

Antonio Guterres ev daxwaza îro li NewYorkê dîyar kir, dema ku wî civîna Civata Ewlekarîyê ya NY, ligel dîplomatên payebilind yên Rûsî û Amerîkî vekir.

Guterres da zanîn ku li gor pênasakirina NY di naverok " kataloga hovîtîyê" de kiryarên wiha hene: darvekirina bêdarizandin,tundîya zayendî, êşkencekirin, kiryarên din yên nemirovane, bêrûmetîya dijî sivîlan û girtiyên şer.

"Divê ev hemû îdia bi hûrgilî werin lêkolîn kirin, da ku berpirsîyarî derkeve holê," Guterres got.

Lê wî resterast navê Rûsya destnîşan nekir.

Sekreterê Giştî yê NY bi berdewamî darizandina dadmendî ya berpirsîyaran kir.

"Divê di dozên dadwerî yên dadmend û serbixwe de hesab ji sûcdaran bê pirsîn. Mafê qurbanîyan û malbatên wan yên dadmendîyê, çareserkirinê û tazmînatê heye," Guterres got.

XS
SM
MD
LG