Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Guterres Dibêje Ger Girjîya Îsraîl û Filistînê Gurtir Bibe Ewê Pevçûn li Herêmê Belav Bibin


Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî dê roja Yekşemê ser girjîya di navbera Îsraîl û Filistînê de bicive.

Berî civînê, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres bang li hemî alîyan kir ku pevçûnan demûdest rawestînin.

Guterres dîyar kir ku ger girjî zêdetir bibin ewê pevçûn li hemî herêmê belav bibin.

Wî bal kişand ku jimareke sîvîlên di nav wan de zarok bûne hatine kuştin û got ku ew pevçûn dikarin bo temamê herêmê metirsîya ewlekarî û kêşeya mirovî çêkin.

Sekreterê Giştî yê NY’ê da zanîn ku divê hemî alî bo qedandina pevçûnan rê li ber navbeynkarîyê vekin û got ku bi tenê çareserîyeke sîyasî dikare li herêmê aştîyeke mayînde çêke.

Hêjayî bîrxistinê ye, Nûnera Amerîka ya li NY’ê Linda Thomas Greenfield ji Twitterê dîyar kiribû ku Amerîka dê bo kêmkirina girjîyê dîplomasîya di asta bilind de bimeşîne.

XS
SM
MD
LG