Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Guterres: Azadîya Ragihandinê Bingeha Aştî, Pêşveçûn û Mafên Mirovan E


Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonoio Guterres ser Roja Azadîya Ragihandinê ya 3’ê Gulanê daxuyanîyek belav kir.

Guterres dîyar kir ku bo aştî, pêşveçûn û mafên mirovan şertê sereke ragihandina azad e.

Wî da zanîn ku li seranserê cîhanê zextên ser rojnamevanan zêde bûye û got ku ewê civakên ku lê zext li ser rojnamevanan heye bedelê bidin.

Li gor daxuyanîya Guterres, jiber ku tundûtûjîya dijî rojnamevanan bê ceza dimînin êrîşan li ser wan zêde dibin.

Sekreterê Giştî yê NY’ê dîyar kir bi saya ragihandina azad dê desthilat rastîyê bibêjin.

Guterres herwiha bal kişand ser nûçeyên şaş û got ku jiber wan tundûtûjî çêdibe û tawanên nefretê pêk tên.

XS
SM
MD
LG