Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Guterres bo Aramîya Sûrîyê Bang li Endamên Civata Ewlekarîyê Dike


Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres, bang li 5 endamên timî yên Civata Ewlekarî ya NY'ê kir ku rewşa Sûriyê ji kontrolê dernexînin.

Guterres bi daxuyanîyeke nivîskî dîyar kir ku ji balyozên endamên timî re gotiye ku jiber kêşeya Sûrîyê ketîye fikarên kûr û divê rewşa heyî jî ji kontrolê dernekeve.

"Divê em ji bîr nekin ku hewildanên me gerek e bo bidawîkirina êşên giran yên gelê Sûrîyê be" Guterres got.

5 endamên timî yên Civata Ewlekarîyê, Amerîka, Rûsya, Çîn, Brîtanya û Fransa ne.

Ser îdiayên êrîşa kîmyayî ya li Gutaya Rojhilat, Serok Trump dabû zanîn ku ewê "bersîveke tund" bidin Sûrîyê.

Rûsya dîyar kiribû ku ger Amerîka muşekan bifirîne Sûrîyê ewê wan bixînin xwarê.

Serok Trump do Çarşemê ji Rûsya re gotibû ku "bo muşekan amade be”

Guterres da zanîn ku ew nîqaşên li Civata Ewlekarîyê ji nêz ve dişopîne û got ku "Ez jiber ku li civatê bo Sûrîyê ti lihevkirin çênebûye, ketime xemên kûr"

XS
SM
MD
LG