Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Guterres: Komîteya Qanûna Bingehîn ya Sûrîyê Ava Bû


Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres dîyar kir ku li Sûrîyê komîteya qanûna bingehîn hatiye ava kirin.

Guterres ji rojnamevanan re dîyar kir ku komîte dê di rojên pêş de li Cenevrê kom bibe.

Wî da zanîn ku avabûna komîteya bingehîn divê destpêka peyvajoya sîyasî ya Sûrîyê be.

Sekreterê Giştî ser alîkarîya bo avakirina komîteya qanûna bingehîn spasîya Tirkîye, Rûsya û Îranê kir.

Komîteya Qanûna Bingehîn ya Sûrîyê di şerê navxweyî ya Sûrîyê de, ku bi qasî 8 sal in didome, wek gaveke girîng tê dîtin.

XS
SM
MD
LG