Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Antonio Guterres : Ji Operasyonên Leşkerî yên li Sûrîye bi Fikar in


Guterres bang li alîyan kir ku dest ji helwestên dijminane berdin.

Sekreterê Giştî yê UN, diyar kir ku li Sûrîye ku gelek kes ji cîwarê xwe bûn û kela wir di ciyê ku kêm bibe her diçe zêde dibe.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (UN) Antonio Guterres jiber operasyonên leşkerî yên li bakûrê Sûrîye bi fikar e.

Berdevka Guterres, Stephane Dujarric, daxûyanîya wî ya nivîskî belav kir.

Di daxuyaniyê de Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî destnîşan dike ku operasyonên leşkerî yên li Sûrîye gihîştiye asta herî bilind ku sivîl dema dixwazin ji herêmên pevçûnê birevin li ser rê rastê êrîşan tên.

Stephane Dujarric dide xuyakirin ku Sekreterê Giştî yê UN, bibîr dixe parastin û pêkanîna azadiya tevgera sivîlan, berpirsîyarîya hemî alîyan e.

XS
SM
MD
LG