Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Peqîneke Kargeha Gazê de 9 Kes li Hîndistanê Hatine Kuştin


Li Hîndistanê peqîna gazê

Karbidestên Hîndistanî ragihand ku jiber peqîna gazê ya li kargeheke petrokîmyayî ya Koreya Başûrîyan de, herî kêm 9 kes li başûrê Hîndistanê hatine kuştin.

Di peqînê de 300 kesên din jî birîndar bûne û ew ji nexweşxanê re hatine rakirin û herwiha gundekî nêzî bûyerê bi 1500 rûniştvanan jî hatiye vala kirin.

Bûyer, li kargehekî kompanîya LG Chem pêk hat, ku çêkerê herî mezin ya berhemên petrokîmyayî ya Koreya Başûr e. Avahî 14 km dûrî rojhilatê bajarê Visakhapatnam, ya eyaleta Andhra Pradeshê ye.

Srijana Gummalla, Komîserê Şaredarîya Mezin ya Visakhapatname da zanîn ku peqîna gazê, li kargehê, di demjimêrên serê sibê de pêk hatîye, dema ku malbatên li gundên derdorê di xew de bûne.

Berdevkê kompanîya LG Chem yê li Seoulê got ku peqîn ji hêla xebatkarekî şevê, hatiye tespit kirin û niha her tişt di bin kontrolê de ye.

Li gor her du berdevkên kompanîyan û Gummalla, avahî piştî ku Hîndistan qedexe û tedbirên dijî vîrusa korona di 25'ê Adarê'de sist kirîye, jinûve vebûye.

Swarupa Rani, Alîgirê Komîserê Polîsê Visakhapatnamê ji Reutersê re got ku herî kêm 9 kes hatine kuştin û di navbera 300-400 birîndar jî ji nexweşxaneyan re hatine veguhastin.

Karbidestê saxlemîyê Dr B. K. Naik ragihand ku rewşa hemî kesên ku hatine nexweşxanê baş e.

Şaredarîyê Visakhapatname bi twîtekê ragihand ku herêmên bi qasî 3 kîlometreyî yên li derdora kargehê di bin xeterîyê de ne.

Nexşeyên herêmên hatine bandor kirin nîşan didin ku li herêmê bi kêmasî yek taxêk vîrusa korona heye.

XS
SM
MD
LG