Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Hîndistanê Piştî Sistkirina Tedbîrên Dijî Korona Pêketinên COVID-19 Zêde Dibin


Virus Outbreak India

Wezareta Saxlemîya Hîndistanê îro Çarşemê bo 24 seatên borî 78,357 bûyerên nû yên vîrusa korona ragihandin ku bi vê hejmara tevahî ya pêketîyên wi welatî ji 3.7 mîlyonan derbaz kir.

Di 1'e Îlonê de, Hîndistanê bi armanca kêmkirina hilweşandina aborî ya jiber vîrusê tedbîr û qedexeyên dijî vîrusa korona sist kiribûn.

Hîndistan, ku nîfûsa wê 1,4 mîlyar e, bi rengekî lezgînî dibe navenda belavbûna vîrusa korona ya cîhanê.

Ev ji sê hefteyan zêdetir e ku Hîndistan, di hejmara bûyerên nû yên COVID-19 de bilindûna rojane ya herî zêde radigihîne û bi rêjeya niha di demekî nêz de wê hejmara tevahîya pêketinan Brezîlya û Amerîka derbaz bike.

Hevdem, Wezareta Saxlemîya Hîndistanê îro Çarşemê bo 24 seatên borî 1,045 mirin ragihandin û hejmara giştî ya mirinan ji giheşt 66,333'an.

Li gor pêzanînên Zanîngeha Johns Hopkins, piştî Meksîko li cîhanê welatê sêyan e ku herî pirtir mirinên jiber COVID-19 lê hene.

Vîrusa korona ji mirovên li bajarên mezin yên Hîndistanê ber bi bajarên piçûktir û heremên gundewarî ve bi lezgînî belav dibe.

Kanîna çêkirina testa vîrusê ya Hîndistanê rojane dora 100,000 zêde dibe, lê pispor dibêjin ku ev têr nake.

Konseya Lêkolînên Bijîşkî, ku sazîya serekî ya Hindistanê ye, îro ragihand ku ji destpsêka peyvajoya pandemîyê vir ve bi tevahî nêzî 44 mîlyon testên vîrusa korona hatine çêkirin.

XS
SM
MD
LG