Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Hîndistanê Hejmara Pêketîyên COVID-19 ji 18 Mîlyonî Borî


Hîndistanê îro Pêncşemê ragihand ku hejmara pêketîyên COVID-19 ji 18 mîlyonî derbaz kiriye ku ew jî rekoreke nû ya cîhanê ye.

Wezareta Saxlemîyê ragihand ku di nava roja borî de 379,257 pêketinên nû hatine tomar kirin û 3,645 kesên din jî jîyanên xwe ji dest dane ku ew jî j idestpêbnûna pandemîya vir ve rêjeya herî bilind e.

Hîndistan ku li cîhanê nîfûsa herî mezin ya duyê ye, di krîzeke kûr de ye jiber ku li nexweşxane û morgan cîh nemane û karmendên saxlemîyê nikarin bersîvdana zêdebûna domdar ya pêketinan bidin.

Karbidestên saxlemîyê bal dikşînin ku ew êdî mecbûr bûne ku trenan û otelan bikin navendên lênerîn û çavdêrîya krîtîk ya nexweşên COVID 19.

Hikûmeta Hîndistanî bi hêvîya pêşîgirtina belavbûna vîrusê biryar daye ku hemî kesên ji 18 salî mezintir werin vaksîn kirin.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG