Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Hîndistanê Nêzî Hezar Kesên Din ji Korona Mirin


Kolanên Mumbai, Hîndistan
Kolanên Mumbai, Hîndistan

Hîndistanê ragihand ku di nav 24 seatên dawî de 944 kesên din ji vîrusa korona mirine û hejmara giştî ya mirinên ji wê vîrusê jî giheşt nêzî 50,000 kesan.

Hîndistan, li gor agahîyên Zanîgeha Johns Hopkins ya Amerîkî, bi vê mirinên nû piştî Amerîka, Brezîlya û Meksîko bû welatê çaran ku herî pir mirinên korona li wê derê çêdibin.

Wezareta Saxlemîya Hîndistanê herwiha ragihand ku bi 63,490 pêketinên nû yên di roja borî de hejmara piştrastkirî yên tûşbûnên giştî jî giheştiye 2.58 mîlyonan.

Di meha Tebaxê de mirinên ji korona li Hîndistanê bi awayekî berbiçav zêde bû û pirtir ji yek ji çarê mirinan di nav vê mehê de çêbûn.

XS
SM
MD
LG