Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Encama Lehîyan de Pirtir ji 270 Kesan li Hîndistanê Hatine Kuştin


Karbidestên Hîndistanî îro Çarşemê ragihand ku di lehî û herifîna erdê de pirtir ji 270 kesan, di nav vê mehê de li wî welatî hatine kuştin.

Baranên boş yên muson, ku ji Hezîranê heta Îlonê berdewam dikin, bandorên xirab li jîyana Hîndistanîyan dike. Li gor ragihandin karbidestan heta niha mîlyonek kes derbider bûne û li şeş istanan bu hezaran xanî hilweşîne.

Herêmên Kerala, Karnataka, Maharashtra û Gujarat li başûrê Hîndistanê ji lbaranên boş û lehîyan zaran herî mezin dîtine û bi hezaran hektar zevî û herwiha gelek rê û hesinrê di bin avan de mane.

Karbidestan dîyar kir ku li pirtir ji 95 kesan li Kerala hatine kuştin, herî kêm 50 kesên din hinda bûne û ji 100 kesan zêdetir jî li deverên dûrdest asê mane.

Wezîrê Hîndistanî Pinarayi Vijayan rgihand ku dora 190,000 kes hin li kampên tengavî yên kindemî dimînin, lê bi nizimbûna avên lehîyê hîn kes vedigerim cîh û warên xwe.

XS
SM
MD
LG