Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îraq: Hêza Esmanî Êrîşî Bingehên DAIŞ’ê Dike li Sûriyê


Ajovanekê Îraqê li hember firoka cengê ya ji cûrê F-16 ji çêkirina Amerîka
Ajovanekê Îraqê li hember firoka cengê ya ji cûrê F-16 ji çêkirina Amerîka

Ofisa Serokwezîrê Îraqê Haider Abadî, Yekşemê di daxuyaniyekê de ragihand ku, hêzên esmanî yên Îraqê êrîş li dij bingehên serkirdeyên Dewleta Îslamê DAIŞ’ê li nava axa Sûriyê pêkanîn.

Daxuyanî dibêje "qehremanên hêza esmanî ya Îraqê derbeyên giran daweşandin bingehên berpirsên DAIŞ’ê ya terrorist li başûrê al-Deşîşe di nava axa Sûriyê de".

Daxuyanî dîsan dibêje"derbeyên esmanî gihane armanca xwe û ew bingeh bi temamî rûxandin".

Îraqê ji sala nû heta niha çendîn caran êrîş birine ser bingehên rêxistina DAIŞ, li nav axa Sûriyê, êrîş bi razîbûna hikumeta Sûrî û hevpeymaniya navnetewî ya li dij DAIŞ’ê pêkhatine.

XS
SM
MD
LG