Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Hîzbullaha Lubnanê Dibêje 100 Hezar Çekdarên Wê Hene


Dîmeneke çekdarên îzbullaha Lubnanê (Arşîv)
Dîmeneke çekdarên îzbullaha Lubnanê (Arşîv)

Serokê Hîzbullaha Lubnanê Hassan Nasrallah roja Duşemîyê bo cara yekê ragihand ku 100.000 çekdarên perwerdekirî yên koma wî hene.

Daxuyanîya Nasrallah wekî axaftineke dijî dijminên koma wî yê navxweyî tê dîtin, piştî mezintirîn tundîtûjîya navxweyî ya li Lubnanê ya di van salên dawî de.

Hassan Nasrallah piştî di pevçûna li kolanên Beyrûtê ya roja Pêncşemê de heft kes hatin kuştin cara yekê daxuyanî da û mezinahiya baskê çekdar ya koma milîtan eşkere kir.

Pevçûn li ser lêpirsîneke dem dirêj ya di derbarê teqîna li bendera Beyrûtê ya sala borî de, li bajêr derket.

Dijwar e ku hejmara 100.000 çekdaran were piştrast kirin jiber ku Hîzbullah bi gelemperî wek rexistineke veşartî, tevdigere. Heke rast be, wê ji hejmara hêzên çekdar yên Lubnanê, ku tê texmîn kirin nêzî 85.000 kesin,mezintir be.

Axaftina Nasrallah di demekê de pêk hat ku li Lubnanê jiber pevçûnan û peyvajoya lêpirsîna ser teqîna li bendera Beyrûtê ya 4 'ê Tebaxa 2020 'an de ku bisedema kuştina 215 kesan, alozî zêde dibin.

XS
SM
MD
LG