Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hasîp Kaplan: AKP bi Komîsyona Parlamanê Dixwaze Tometên Ser Xwe Rake


Parlamentarê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Hasîp Kaplan, biryara parlamana Tirkîyê ya avakirina komîsyona lêpirsînê jibo lêkolînkirina tometên gendelî û dizîyê yên li ser 4 wezîrên berê yên hikûmeta AKP’ê û babetên rojevê dinirxîne.

Birêz Kaplan ji Dengê Amerîka re dibêje, ‘AKP bi vê komîsyona lêpirsînê dixwaze bi zêdebûna dengên endamên xwe tomet û tawanan ji ser xwe rake.’

Ew dide zanîn, di Komîsyona Roboskê de jî hikûmet bi heman rebazê tevgerîya û nehişt berpirsên wê kuştinkarîyê derkevin holê û werin dadgeh kirin.

Kaplan dîyar dike, AKP xebatên komîsyonê taloqî piştî hilbijartina serokomarîyê dike ku di pêvajoya hilbijartinê de jî wê wekî babeteke propagandayê bikar bîne.

Hasîp Kaplan li ser dîyarkirina namzedê serokomarîyê yê HDP’ê jî agahî dide.
“Emê namzedê xwe yê serokomarîyê bi şêwra nav gel, sazî û dezgehan dîyar bikin ku heta meha Tîrmehê dema me heye.”

Parlamantarê HDP’ê herwiha bersîva rexneyên derdorên Kurd ku li partîya wan dikin jî dide ku çima BDP tev li HDP'ê bûye.

“Em wan hemû rexneyan li ber çav digirin, lê em li gor rastîyên xwe tevdigerin. Yên ku rexneyên tund li HDP’ê dikin, hemû werin ba hev jî sedî yekê dengan nakin.”
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:38 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG