Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Alîgirên Haşdî Şabî Encamên Hilbijartinên Îraqê Protesto Dikin


Dîmenek ji hêzên Haşdî Şabî (Arşîv)
Dîmenek ji hêzên Haşdî Şabî (Arşîv)

Ajansa AFP ragihand ku bi sedan alîgirên Haşdî el-Şabî roja Sêşemê bi îdaya "sextekarî" yê di hilbijartinên vê mehê yên parlamentoya Îraqê de, li paytext Bexdayê dest bi çalakîya rûniştinê kirin.

Haşdî el-Şabî hêzeke paramilîter ya berê ya ku alîgirê Îranê ye.

Alîgirên Haşdî el-Şabî li ber bi derîyê Herêma Kesk (Green Zone), ku tê de balyozxaneya Amerîka û balyozxaneyên din, û komîsyona hilbijartinan û ofîsên hikûmetê yên Îraqê, kom bûn.

Xwepêşandaneran dirûşmên wek "Na ji sextekarîyê re, na ji Amerîka re," avêtin. Haşdî el-Şabî daxwaz dike ku hêzên Amerîkî ji Îraqê derkevin.

Alîgirên Haşdî el-Şabî çend roj in li seranserê welêt xwepêşandanan dardixin.

Roja Yekşemê, wan lastîk şewitandin û rêyên li başûr û bakurê Bexdayê girtin.

Hevpeymanîya Fetih, baskê siyasî yê Haşdî Şabî , di hilbijartinên giştî yên di 10'ê Cotmehê de, li gor encamên destpêkê ji 329 kursî yan nêzî 15 kursî bi dest xistîye.

Rêberên Haşdî Şabî encamên hilbijartinan wek "xapandin" bi nav kirin û red kirin.

Hevdem, wan ragihandin ku ewê îtiraz tiraz bikin; berîya ku encamên dawî yên fermî di çend hefteyên pêş de, wê werin dîyar kirin.

Tê pêşbînî kirin ku Haşdî Şabî dîsa jî di parlmentoyê de bi hevkarîya berbijarên serbixwe û hevalbendên din, xwedî giranîyeke be.

Aktîvîst hêzên çekdar yên Haşdî Şabî - ku 160.000 çekdarên wan niha di nav hêzên ewlekarîya dewleta Îraqê de ne - bi bandora Îranê û wek amûreke zordariyê ya dijî rexnegiran tevdigere, tawanbar dikin.

XS
SM
MD
LG