Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Haaretz: Îsraîlê Ofîsa Diplomasî li Welatekî Ereb Vekir


Hikûmeta Îsraîlê ofîsa nûneratîya diplomasî li welatekî Ereb li Kenava Farisî vekir, rojnameya Haaretz ya Îsraîlî radigihîne.

Li gorî belgehnameyên wezareta darayî ya Îsraîlê, hikûmeta Tel Avîvê li sala 2010'ê heta 2012'ê 11 ofîsên nû yên diplomasî vekirin, ku yek ji wan li welatekî Ereb e.

Rojnameya Haaretz radigihîne ku Îsraîlê nave wî welatî eşkere nekirîye.

Lê belê di hevpeyvînekê de ligel Radyoya Sawa, şirovekarê Îsraîlî Aylî Nîsan got ku Îsraîlê ofîsa diplomasî ya xwe li Îmarata Erebî ya Yekgirtî vekirîye.

Balyozê Îsraîlê li Almanyayê, Yakov Hadas-Handelsman, di gotarekê de li meha Şubatê gotibû ku Îsraîl û welatên Kendavê xwedan berjewendîyên aborî û stratejîk yên hevbeş in.
XS
SM
MD
LG