Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jimara Duyê ya DAIŞê li Sûrîyê ji Alîyê Amerîka ve Hatiye Kuştin


Karbidestên Pentagonê radigihînin ku hêzên Amerîkî lîderekî payabilind yê DAIŞê li Sûrîyê di nav vê mehê de kuştiye.

Karbidest dibêjin, kesê kuştî jimare 2 ya DAŞIê li Sûrîyê bû ew wek Hacî Îmam dihat nasîn.

Çaverê ye karbidestên Pentagonê li ser kuştina rêberê DAIŞê, demeke paştir îro Înê agahîyên berfireh bidin.

Hêjayî bîrxistinê ye, fermandarê bilind yê DAIŞê Omer Şîşanî jî, bawerî heye ku di ji alîyê Amerîka ve nav vê mehê de, hatibû kuştin.

XS
SM
MD
LG