Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hafter Serdana Gemiya Rûsî ya Firokehilgir Dike


 Berpirsê Leşkerî yê Lîbî Khalifa Haftar
Berpirsê Leşkerî yê Lîbî Khalifa Haftar

Ajansa Reuters roja Çarşemê li gur Mediya Rûsî radigihîne ku, berpirsê leşkerî yê Lîbiya, yê ku baladestîya wî li herêma rojhilatê Lîbiya heye serdana gemiya Firokehilgir ya Rûsî Admiral Kuznetsov kirîye li ava derya spî.

Gemiya Firokehilgir ya Rûsî Admiral Kuznetov
Gemiya Firokehilgir ya Rûsî Admiral Kuznetov

Ajans didin zanîn ku Xelîfe Hafter, berpirsê leşkerî li rojhilatê Lîbiya yê ku li dij gropên çekdar yên Îslamiyên radîkal û Cîhadiyan şer dike, gihaye ser pişta gemiya firokehilgir ya Admiral Kuznetsov, di gemiyê de li gel wezîrê berevaniya Rûsî Sergey Shoygu axiftiye.

Wezareta berevaniya Rûsî dide zanîn ku, Hafter bi riya dayireya Televizyonî ya girtî li gel wezîrê berevaniya Rûsî derbarê şerê li dij terorê li rojhilata navîn gotûbêj encam dane.

XS
SM
MD
LG