Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Chuck Hagel: Amerîka Hizra Çekirina Serhildayên Sûrî Dike


Wezîrê Berevanîya Amerîka Chuck Hagel dibêje, Amerîka hizra xwe dike ku pêdaçûnê li ser dijberîya xwe ya çekirina serhildayên Sûrî bike.

Amerîka heta niha alîkarîya nekujêr dişand serhildanayan û hizra çekkirina wan nedikir ku ji du salan vir ve şerî Serokê Sûrî Beşar Esed dikin.

Wezîrê Berevanîya Amerîka Chuck Hagel do Pêncşemê di brifîngekê de got, rêvebirîya Obama pêdaçûnê li ser sîyaseta xwe ya ser Sûrîyê dike û dixwaze hemî bijareyên berdest bixebitîne.

“Çekdayîna serhildayan jî yek ji wan bijareyan e ku li pêş me ye”, birêz Hagel got.

Karbidestên Amerîkî dijî şandina alîkarîya leşkerî disekinin, jiber tirsa ku ew çek têkevin destên tundrêyên Îslamî.
XS
SM
MD
LG