Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi Sedan Kes li Hecê jiber Germa Zêde Mirine


Li gor medya û wezaretên derve, îsal heta niha herî kêm 550 hecî li Mekeyê jiber germê û nexweşîyên girêdayê germê jiyanên xwe mirine.

Li gor ragihandina du dîplomatên Ereb 323 hecî Misrî bûn, ku piranîya wan jiber bandorên germê mirine.

"Hemû (Misrî) jiber germê mirin, ji bilî yekî ku jiber birîndarbûna di dema qelebalixeke girseyî de mir," yek ji dîplomatan got.

Herî kêm 60 hecîyên Urdunî jî mirine, dîplomatan got.

Ajansa nûçeyan ya Tûnisê, Tûnis Afrique Presse, roja Sêşemê got ku 35 welatîyên Tûnisî di dema hecê de mirine.

Ajansa nûçeyan ya dewleta Îranê IRINN îro Çarşemê ragihand ku 11 hecîyên Îranî mirine û 24 kes jî hatine rakirin nexweşxaneyên li Mekeyê.

Sê welatiyên Senegalî jî di dema hecê de mirin, Agence de Presse Sénégalaise, roja Duşemê gotibû.

Wezareta saxşemîyê ya Endonezya jî got ku 144 hecîyên wê mirine, lê wezaretê sedemên mirinan eşkere nekir.

Li gor tomarên AFP, mirinên nû bi giştî ku heta niha ji hêla gelek welatan ve hatine ragihandin gihîştîye 577 hecîyan.

Malbatên hecîyan li ser medyaya civakî gotin ku gelek piranîya mirinan jiber germa bilind pêk hatine bûn û gelek hecî jî winda ne. Endamên malbatên wan li nexweşxaneyên Saudî lêgerîna wan didomînin.

Televîzyona dewletê ya Erebistana Saudî got ku germahî roja Duşemê di bin sîya Mizgefta Mezin ya Mekeyê de derketiye 51.8 pileyan.

Li gor ragihandina karbidestên Saudî, heta niha zêdetirî 2.700 hecî jiber nexweşîyên girêdayê germê li nexweşxaneyan hatine derman kirin.

Karbidestên Erebistana Saudî dibêjin îsal derdora 1.8 mîlyon hecî beşdarî hecê bûne ku 1.6 mîlyon ji wan ji welatên din hatine.

Lêkolînek 2019’an ya Geophysical Research Letters dibêje ku germahî li Erebistana Saudî jiber guherîna avûhewayê her diçe zêde dibe û hecî wê bi "metirsîyeke mezin" re rûbirû bimînin.

Jêder: Reuters, AFP

XS
SM
MD
LG