Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Leşkerên Tirk di Êrîşeke de 16 Serhildayên Kurd Kuştin


Leşkerên Tirk di pevçûnên piştî êrîşeke dijî karwaneke leşkerî de, de 16 serhildayên Kurd li başûrê rojhilata welêt kuştin.

Karbidestên Tirk got, serhildayên Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) ya qedexekirî, li Hakkarîyê bombeyek li ser rêkê peqand. Ew bajar li nêzîkî tuxubê Îraq û Îranê ye û di peqînên roja Çarşemê de 5 leşkerên Tirk hatibûn û 7 leşkerên din li wî bajarî birîndar bibûn.

Artêşa Tirk bi zêdekirina hêzên xwe û helîkopterên ceng bersîva serhildayan da û 16 ji wan kuştin.

Karbidestên Tirk, PKK sûcdar kiribû ku peqîna li bajarê Entabê ya ser sînora Sûrîyê pêk anîye ku 9 kes roja Duşemê lê hatibûn kuştin. PKK'ê înkar kiribû ku wê ev êrîş kirîye.

Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) li sala 1984’an, jibo daxwaza otonomîyê dest bi şerê çekdarî kiribû. Bêtir jî 40.000 kes di şer û pevçûnan de hatine kuştin ku bi piranî Kurd in.
XS
SM
MD
LG