Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Welatiyê Brîtanî li Gur Daxwaza Amerîka li Îspanya Tê Desteser Kirin


WASHINGTON, July 21 (Reuters), Welatiyê Brîtanî yê 22 salî îro Çarşemê li Îspanya bi sedema encamdana çendîn tawanan hate girtin.

Wezareta Dadê ya Amerîka roja Çarşemê ragihand ku welatiyê Brîtanî li Îspanya jiber encamdana tawana girêdayî hakkirina hesabên fermî yên çendîn berpirsan bilind, kesên navdar û kompaniyan xistine di metirsiyê de ew hatiye tawanbar kirin û girtin.

Wezareta Dadê ya Amerîka îro Çarşemê di malpera xwe ya fermî de weşand ku zilamek hatiye girtin, girêdana wî bi hakkirina twitterê ya 15 Tîrmeha sala 2020ê hebûye.

Wezaret di daxuyaniyê de dibêje, îro welatiyê Brîtanî O’Connor, li Estepona, li Îspanya li gur daxwaza Amerîka hatiye girtin, polîsên niştîmanî yên Îspanya ew girtîye, jiber ku têkiliya wî bi hakkirinên meha Tîrmeha sala par 2020ê hebû, ku wî zêdetirî 130 hesabên kesayetiyên navdar, berpirsên di asta bilind de û yên hin kompaniyan hakkirbûn.

XS
SM
MD
LG