Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Peyama Hikûmeta Amerîkî li Salvegera Komkujîya Helebçe


Di salvegera êrîşa bi çekên kîmyawî ya li dijî Kurdên Îraqê li sala 1988’ê, Encûmena Parastina Niştîmanî ya Amerîkî ragihand:

Îro 25-emîn salvegera komkujîya hovane ya pitir ji 5,000 kesên sivîlên bêguneh e bi çekên kîmyawî li bajarê Helebçe yê Herêma Kurdistana Îraqê ji layê rejîma Sedam Husên ve. Herî kêm 10,000 kes di wê êrîşê de birîdnar bûn.

Ev tawana mezin yek bû ji çendîn tawanên ku ji layê Sedam Husên ve li dema operasyonên Anfalê hatine encamdan û bi dehan hezar Îraqîyên bêguneh hatine qirkirin.

Di vê helkefta xemgîn de, em rêzê li wan mêr, jin, kur û keçan digirîn ku li Helebçe û li operasyonên Anfalê hatine kuştin. Em dê berdewam bîn li bizavên xwe jibo rêgirtin li dubarebûna komkujîyan li pêşerojê û herwiha em dê alîkar bin ku kesên tawanan encam didin bêne girtin û dadgehkirin.
XS
SM
MD
LG