Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kurd di Salvegera 30'an de Qirkirina Helebce Bîr Tînin


16'ê Adarê her sal wek Roja Bîranîna Qirkirina Helebce tê derbaz kirin ku 30 sal berê Saddam Huseyîn fermana êrîşên kîmyayî li ser wî bajarî dabû.

Di wê êrîşê de nêzîkî 5,000 jin, mêr û zarok hatibûn kuştin û bi hezaran kes jî birîndar bûn.

Pismamê Sedam Huseyîn, Elî Hesen El Mecîd wê êrîşê bi rêve birîbû û loma jî wek bi navê ‘Elî Kîmyawî’ navdar bûbû.

Bi hilkeftina êrîşa Helebce, Kurd merasîmên taybet li seranser cîhanê dikin û li Herêma Kurdistana Îraqê jî hemwelatî bo pênc deqîqeyan bêdeng radiwestin.

Êrîşa Helebce, beşek ji operasyonên 'Enfal’ ya Saddam Huseyîn ya bo kuştina bi hezaran Kurdan û bêwarkirina wan bû.

Hêjayî bîrxistinê ye, dadgeheke Îraqî, pismamê Saddam Huseyîn, Elî Hesen Mecîd, jiber rolê wî di komkujîya Helebce de bi “tawanên li dijî mirovahî” mehkum kiribû û ew di sala 2010'an de hatibû îdam kirin.

XS
SM
MD
LG