Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Haley: Ladana Esad ji Desthilatê Ne Girîngîya Me Ye


Balyoza Amerîka ya li Neteweyên Yekbûyî Nikki Haley, di guherîneke mezin ya sîyaseta derve de, îro Pêncşemê ji rojnamevanan re got ku gêrkirina Serokê Sûrî Beşar Esad ji desthilatê nema girîngîyeke wane.

Haley da zanîn ku ji Welatên Yekbûyî re tiştê girîng ew e ku ewê çawa bikaribin guherinên berbiçav ji gelê Sûrî re bikin.

“Êdî girîngîya me ne ew e ku em li rêkên ladana Esad binêrin. Niha sîngîya me ew e ku çawa çareserî li Sûrîyê pêk were û jibo guherînên berbiçav ji gelê Sûrî re xebat bêne kirin,” Haley got.

Balyoz Haley da zanîn ku wekî ku rêvebirîya berê kirî, ewê bala xwe nedin ser Esad.

XS
SM
MD
LG