Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Haley Civata Mafên Mirovan ya NY'ê Rexne Dike


Nikki Haley
Nikki Haley

Wezîrê Dadê yê Îranê Seyyîd Alîreza Avaeî dê di nava vê hefteyê de li Civata Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî (NY) axaftinekê bike.

Balyoza Amerîka li NY’ê Nikki Haley, Civata Mafên Mirovan jiber destûra bo axaftina Avaeî rexne kir.

Avei, bi binpêkirina mafên mirovan, zorbazî, tundûtûjî û kuştina girtîyên siyasî tê tawanbar kirin.

Haley dîyar kir ku Civata Mafên Mirovan, bi destûra bo axaftina kesên mafên mirovan binpê dikin, bawerîya li ser wê têk dibe û tinazên xwe bi pêşxistina mafên mirovan dike.

Balyoza Amerîkî da zanîn ku bo wext û pereyên wan heder nebin êdî divê bo civatê hin reform werin kirin.

XS
SM
MD
LG