Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Halîm Îpek: Çekdarî Rêya Tekoşîna Siyaseta Demokratîk Dixitimîne


Rêberên DDKD'ê
Rêberên DDKD'ê
Komeleya Kurdî ya Demokrat û Şoreşger (DDKD) li Dîyarbekirê hate avakirin. Rêvebirê DDKD Halîm Îpek destnîşan kir ku komeleya wan li gorî mîsyona xwe ya sivîl û demokratîk, dê xebatên xwe di warên cuda yên jîyanê de bimeşîne û di hemû xwebatên xwe de rê û rêbazên sivîl, demokratîk û aştîyane dê bikar bîne.

Birêz Îpek da zanîn ku ji hêlîna zarokan heta xwendina zanîngehê perwerdehîya bi zimanê Kurdî, wekî salên 1970'yî, îro jî yek ji dexwazên bingehîn ên DDKD'ê ye. Halîm Îpek got DDKD, li ser bingeha bawerî û hurmeta hevbeş girîngîyeke mezin dide hevkarî û piştgirîya navbera Kurdan.

Rêvebirê DDKD'ê got pisrgirêka Kurd di eslê xwe de ji kêmasîya aşitî, wekhevî û edaletê pêk tê. Birêz îpek destnîşan kir ku jibo aşitiyê şertê yekemîn ew e ku şerê çekdarî bê rawestandin û dewlet jî operasyona bi dawî bike. Rêvebirê DDKD destnîşan kir ku şerê çekdarî rêya tekoşîna siyaseta demokratîk dixitimîne, hewceye ku pêşîya vê rêyê vebe.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG