Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nikki Haley: Amerîka Pêgir E ku ligel Hevalbendên Ewrupî Bixebite


Balyoza Amerîka ya li Neteweyên Yekbûyî Nikki Haley îro Sêşemê got, “tevî ku carna cudabîrî hebin jî, Amerîka pêgir e ku ligel hevalbendên xwe yên Ewrupî bixebite.

“Divê ti kes polîtîkayên cuda û hebûna gotûbêjan wek sistbûna pêgirîya Amerîka ya hember hevelbendên xwe şîrove neke.Pêgirîya me xurt e,” Haley di Civata Ewkekarî ya Neteweyên Yekbûyî de got.

Haley herwiha NATO twek "hevalbendîya herî xurt ya dîrokê" bi nav kir û got ku Welatên Yekbûyî hewil dide ku ew hevalbendî karîgertir bike.

Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence jî, piştî ki dest bi kar kir, cara yekê çûbû Ewrupa ku hevalbendên Amerîka misoger bike ku Washington wek berê li pişt wan disekine.

XS
SM
MD
LG