Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmet Û Serhildayên Sûrîyê li Hama Dîl Û Girtîyan Diguherînin


Hama, 2016

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) do Sêşemê da zanîn ku li Hama, di navber hikûmet û serhildayan de guherandina dîl û girtîyên jin pêk hat.

SOHR'ê, ku navenda wê li London'ê ye, ragihand ku rêvebirên hikûmet û serhildayan 24 ji wan zarok 112 kes bi hevdu re guherandine. Guherîn li Madiq ya Hama, ku di dest serhildayan de ye, hat kirin.

Berdevkê Ceyşul Nasr Mihemed Reşîd ji Reuters'ê dîyar kir ku komîtekeyeke sivîl jibo hikûmet û serhildayan navbeynkarîyê dike.

''Piranîya dîlên serhildayan berdan ji Lazqîyê bûn; hin girtîyên ku hikûmetê berdan jî ji 2011'an vir ve di zindanên rejîmê de bûn'' Reşîd got.

Hêjayî balkişandinê ye, şerê Sûrîyê 6 sal in dewam dike û guherînên bi vî rengî ev çend meh in zêde dibin.

XS
SM
MD
LG