Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezareta Saxlemî ya Gaza: 24 Saetên Dawî Herî Kêm 241 Kes Hatin Kuştin


Qurbaniyên şerê Îsraîl û Hamasê li Gazayê bi komî tên binax kirin
Qurbaniyên şerê Îsraîl û Hamasê li Gazayê bi komî tên binax kirin

Wezareta Saxlemî ya Gaza, ku Hamas birêve dibe, ragihand ku Îsraîlê 24 saetên dawî di êrîşan de bi kêmî ve 241 kes kuştine û 382 kesên din jî birîndar kirine.

Li gor agahîyên wê wezaretê, piştî êrîşên Hamasê yên 7’ê Cotmehê, di 11 hefteyan de bi êrîşên Îsraîlê 20,915 kes hatine kuştine.

Serokê Rêvebirîya Filîstînî Mahmûd Abas dîyar kir ku li Gaza bobelateke mezin heye û got ku di dîroka Filîstînîyan di ti carî rewşeke wisa giran çênebûye.

Abas ji kanaleke Misirê re dîyar kir ku Gaza êdî nayê nas kirin û got ku dibe ku li Kenara Rojava jî rewş xirabtir bibe.

Artêşa Îsraîlê jî ragihand ku hêzên wan roja Sêşemê li Gaza êrîş birine ser zêdetirî 100 navendan.

Serfermandarê Îsraîlê Herzi Halevi di preskonferansekê de got ku ewê şer hîn çend mehên din bidome.

Helevi dîyar kir ku derveyî têkbirina çekdarên Hamasê ti rêk tune û got ku ew li bakurê Gaza nêzî armanca xw bûne.

Jêder: AFP, Reuters

XS
SM
MD
LG