Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hamas Dibêje 2 Dîlên Jin Ser Hewilên Misir û Qatarê Hatin Berdan


Baskê çekdarî yê Hamasê îro Duşemê ragihand ku ser hewildanên Misir û Qatarê yên jibo navbeynkarîyê wan du dîlên jin berdane.

Berdevkê baskê çekdarî yê Hamasê Ebu Ubeyde ji Telegramê got ku tevî ku hêzên dijmin mijara ser girtîyan li ba dixe jî, wan ew du dîl berdane.

‘’Jiber kêşeyên mirovahî û saxlemîyê me biryar da ku em wan berdin. Dijmin ji Îna borî vir ve sitandina wan red dike.’’

Wezareta Derve ya Qatarê roja Înê gotibû ku berdana dîlên Amerîkî piştî danûstandinan çend rojan çêbûye.

Îsraîl êrîşên esmanî dibe ser Gaza ya dorpêçkirî û sîvîl jî li wir asê dimînin.

Wezareta Saxlemî ya Gaza ragihand ku di 24 saetên dawî de 436 kes hatine kuştin.

Artêşa Îsraîlê dîyar kir ku wê di 24 saetên dawî de êrîş birine ser pirtir ji 320 cîhên Hamasê.

Bombebarana Îsraîlê piştî êrîşên Hamasê yên 7’ê Cotmehê destpê kir ku li gor karibestên Îsraîlê di wan êrîşan de 1400 kes hatine kuştin û pirtir ji 200 kes dîl hatine girtin.

XS
SM
MD
LG