Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hamas ji Musk Dixwaze Serdana Gazayê Bike


Hamasê îro Sêşemê bang li karsazê mîlyarder Elon Musk kir ku jibo êrîşvanîya Îsraîlê bibîne serdana Gaza bike.

Berpirsê payabilind yê Hamasê Usame Hamdan li Beyrutê di preskonferansekê de ji Musk xwest ku jibo bêalîbûn û bawerîyê here Gazayê û rewşa wirê bibîne.

Musk, ku jiber piştgirîya jibo posteke dijî Cihûyan bi rexneyan re rûbirû mabû, roja Duşemê serdana qada êrîşên Hamasê yên li Îsraîlê kir.

Xwedîyê platforma medya civakî X’ê Musk dîyar kir ku jibo ew belavkirina nefretê bisekinîne, ewê hemî tiştên pêdivî bike.

Hamdan dîyar kir ku Îsraîlê di 50 rojan de pirtir ji 40 hazar ton peqînkar avêtin malên Gazayîyan.

Wî bang li Serokê Amerîka Joe Biden kir ku peywendîyên xwe yên bi Îsraîlê re jinûve binirxîne û êdî çekan nede wê dewletê.

Hamdan îdia kir ku hîn jî di bin kavilan de term hene û wî bang li civata nanteweyî kir ku tîmên rizgarkirinê demûdest bişînin.

Hamas û Îsraîlê hefteya borî ser navbera mirovahî li hev kirin ku bi lihevkirinên pevçûnên 7’ê Cotmehê destpê kiribûn cara pêşî sekinîn.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG