Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qeter Difikire Ofîsa Hamasê Bigire


Erdogan pêşwaziya lîderên Hamasê Xalid Maşil û Ismail Haniyeh dike
Erdogan pêşwaziya lîderên Hamasê Xalid Maşil û Ismail Haniyeh dike

Reuters ji zarê karbidestekî agahdar yê mijara nirxandina hikûmeta Qeterê derbarê girtina ofîsa Hamasê ku dibe Doha ofîsa siyasî ya tevgera Hamasê bigire wekî beşek ji lîstina rolek berfirehtir jibo navbeynkarya di şerê di navbera lsraîl û tevgera çekdar ya Filistînî de.

Karbidestê ku nexwest navê xwe eşkere bike, berdewam kir ku ger Qeter rola navbeynkariyê nelîze, ti sûd ji mayîna ofîsa siyasî ya Hamasê li wir namîne, lewra ev beşeke ji pêvajoyek jinû ve nirxandinê ye.

Rayedar got ku Qeter difikire ka destûrê bide Hamasê ku karûbarê xwe yê siyasî bidomîne an na, û got ku lêkolînek berfireh tê kirin ka gelo Doha dê navbeynkariya xwe di şerê ku ev nêzî 7 meh in li Gazayê heye, berdewam bike.

Reuters got ku karbidest nizane eger hikûmeta Qeterê biryara girtina ofîsa tevgerê bide dê ji Hamas were xwestin ku ji Dohayê derkeve yan na.
Lêbelê, rayedar destnîşan kir ku pêdaçûna Qeterê li ser rola wê dê bandorê li çawaniya tevgerên Îsraîl û Hamasê di danûstandinên heyî de bike.

Berî wê jî rojnameya Times of Israel li ser zarê çavkaniyekî haydar ragihandibû ku Qeter amadekariya xwe bo qebûlkirina daxwaza Amerîkayê bo derxistina rêberên tevgera Hamas ji Dohayê nîşan daye û tê çaverêkirin ku ev yek di demek nêzîk de pêk were.

Karbidestekî Amerîkî ji rojnameyê re got ku Wezîrê Derve Anthony Blinken meha borî serokwezîrê Qeterê Mihemed Al Sanî agahdar kir ku divê Doha rêberên Hamasê derxîne eger tevger li redkirina pêşniyarên peymana rehîneyan berdewam bike, tiştê ku rojnameya Washington Post berê di vî warî de belav kiribû piştrast kir.

Jêderê haydar amaje bi wê yekê kir ku daxwaza Amerîka ji Dohayê bo derxistina serkirdayetiya Hemasê dibe ku eger tevger pêşniyara herî dawî ya li ser maseyê derbarê rêkeftina rehîne red bike.

Rayedarekî Îsraîlî got ku tê çaverêkirin ku Hamas bi tevahî vê pêşniyarê red neke, belkî dê bi pêşniyarek xwe ya guhertî vegere.

Lê ji ber ku sebra Waşîngtonê ji Hamasê re nemaye, ji bilî pejirandina rêkeftinê li ser masê, dibe ku Amerîka bi fermî daxwaz ji Qeterê bike ku tevgerê derxîne, li gorî çavkaniyê agahdar.

Rojnameya Wall Street Journal jî pêştir li ser zarê hin berpirsên Ereb ragihandibû, ku Hamasê vê dawiyê pêwendî bi du welatên navçeyê re kirîye da ku serkirdeyên xwe bişîne wir, ew welat jî Oman û Tirkîye bûn.

Ji hejî bîrxistinê ye ku berî demekê Serokomarê Tirkiyê pêşwazî li Îsmaîl Haniyeh û Xalid Maşil kirbû ku her du jî rêberên sereke yên tevgera Hamasê ne.

Jêder: Reuters/Alhurra

XS
SM
MD
LG