Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dibe ku Hamas di Rojên Pêş de Dîlên Taylandî Berde


Sîyasetvanên Misilman yên Taylandî îro Pêncşemê ragihand ku Hamasê garantî daye wan ku ger agirbest çebê, ewê hemî dîlên Taylandî berdin.

Wezareta Derve ya Taylandê ragihand ku di nav kuştîyan de 39 Taylandî hene û ji dîlan jî 25 kes hemwelatîyên Taylandê ne.

Serokê Komela Xwendekarên Tayland-Îranê Lepong Syedê li Bangkokê rojnamevanan re got ku heta 3-5 rojan agirbest çêbe Hamasê soz daye wan ku Taylandî jî di nav de dîlan wê berde.

Lepong dîyar kir ku dibe ku ev rewş heta 10 rojan yan heta 2-3 rojan çêbe.

Misilmanên Taylandî ji meha Cotmehê vir ve jibo berdana dîlan bi Hamasê re danûstandinan dikin.

Ajansa nûçeyan ya Reutersê do Çarşemê ji zarê karibdestekî li Rojhilata Navîn ragihand ku Qatarê bi navbeynkarîyê hewil dide ku di agirbesteke 3 rojî de Hamas 50 dîlan û Îsraîl jî hin girtîyên jin û zarok berde.

Li gor agahîyên hikûmeta Taylandê li Îsraîlê pirtir ji 30,000 Taylandî di karên çandinîyê de dixebitîn.

Çekdarên Hamasê 7’ê Cotmehê êrîş birin ser başûrê Îsraîlê ku li gor wê dewletê di wan êrîşan de 1200 kes hatin kuştin û 240 kes jî dîl hatin girtin.

Piştî êrîşên 7’ê Cotmehê pirtir ji 7,200 Taylandîyên li Îsraîlê vegerîn welatê xwe.

Li Taylandê nêzî 70 mîlyn kes dijîn ku 90 ji sedê wan Budîst e û kêmanîya din jî Misilman e û ew piranî di nava aştîyê de dijîn.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG