Lînkên eksesibilîtî

Li Hamburgê 60 Xwepêşander Hatin Desteser Kirin


Li Hamburg ya Almanya, protestoyên berfireh yên li dijî Hilcivîna G20 didome.

Berpirsê Ewlekarîya Hamburgê Ralf Martin Meyer dîyar kir ku bi qasî 60 kes hatin desteser kirin.

Meyer da zanîn ku li dora 160 polîs di êrîşên xwepêşanderan de birîndar bûne.

Jibo ewlekarîya Hilcivîna G20, 20,000 polîs li Hambugê hatin wazîfedar kirin.

Medya Almanya radigihîne ku karbidestên Alman ji Avusturya alîkarîya hêzên ewlekarîyê xwestîye.

Xanima Serokê Amerîka Donald Trump, Melania Trump jiber protestoyan beşdarî gera bajêr nebû.

Li Hamburgê, gelek wesayît hatin şewitandin û li esmanê bajêr dûman belav dibe.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG