Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkiye li Dijî Proja 'EastMed' e



Roja Pêncşemê serokwezîrên Îsraîl, Yunanistan û Qibrisê li Atîna paytext civîyan da ku îmza xwe bavên ser projeya hêlên borîyên gaza xwezayî.

Bi vê projê gaza jêravê li herêma başûrê rojhilatê derya naverast bo parzemîna Ewrupa veguhêzin.

Tirkiye li dijî projê derdikeve. Berdevkê Wezareta Derve yê Tirkiye Hamît Aksoy daxuyakirin proje ku Tirkiye û bakûrê Qibrisê tune dihesibîne nwê biser nekeve.

"Lo rojhelatê deryaya naverast rêya ekonomîk û bi ewle ya jibo rêya bazarîyê Tirkiye bixwe ye. Lê ji dervehîştina me nîşaneya hin hesabên sîyasî ne. Ev hesabên qirêt wê biser nekeve" got Aksoy.

Hêla borîyên projeya EastMed ku bi dirêjahîya 1900 km (1300 mîl) gaza siroştî ji herêma deryayî wê veguheze Ewrupayê.

Ev proje wê gelek bi kêrî hewcedarîya welatên Yekîtîya Ewrupa ya hêza enerjîyê bê. Ewrupa neha pêdivîyên xwe zêdetir ji Rûsya û herêma Qafqasîya distîne.

XS
SM
MD
LG