Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pompeo bi Cîgirê Serokwezîrê Vîetnamê Re Kom Dibe


Wezareta derve ya Amerîka di daxûyaniya xwe de radigehîne ku wezîrê derve yê Amerîka bi cîgirê Serokwezîrê Vîetnamê re kom bûye.

Wezîrê derve yê Amerîka Mike Pompeo roja Sêşemê li Hanoi civîn li gel Pham Binh Minh cîgirê Serokwezîrên Vîetnamê û wezîrê derve yê wî welatî civiya .

Di civînê de Pompeo sopisyên xwe pêşkeşî Serokwezîrê Vîetnamê kirin jiber mêhvandariya bo serokê Amerîka Donald Trump di hilcivîna 27 û 28 mehê de li gel serokê Koreya Bakur Kim Jong Un li Hanoi rêxistî.

Pompeo li gel cîgirê Serokwezîrê Vîetnamê çendîn pirsên dualî û yên girêdayî herêmê gotûbêj kirin.

Herdu berpirsan tekez li ser bihêzkirina têkiliyan kir di hemû waran de di navbera Amerîka û Vîetnamê de, herwiha hewildanên çespandina ewlekarî û tenahiyê li herêma okyanosa Hindî û herêma pasafîk ciyê danûnstendinan bû.

XS
SM
MD
LG