Lînkên eksesibilîtî

Harîrî: Berjewendîya Lubnanê Ser Hemî Tiştan E


Serokwezîrê Lubnanê Saad Harîrî, rojek piştî ku karvekişîna xwe bi şûnde sitand, ji bankavanên herêmê re dîyar kir ku armanca wî ya sereke îstiqrara Lubnanê ye.

Harîrî li Konferansa Bankavanên Ereb, ku li Beyrut li dar ket, da zanîn ku ewê berjewendîyên Lubnanê di ser kêşeyên herêmî re bigirin û ewê welatî wî di arîşeyên li herêmê de bi awayekî fermî bêalî bimîne.

‘’Li Lubnanê armanca me ya sereke îstiqrar e û emê li ser vê bixebitin’’ Harîrî got.

Harîrî, di 4’ê Mijdarê de li Rîyad ya paytaxta Erebîstana Saudî karvekişîna xwe ragihandibû û li ser vê biryarê di pîyasaya aborîyê de fikar çêbûbûn.

Harîrî, piştî ku do bi Serokomarê Lubnanê Mîşel Aoun re kom bûbû dabû zanîn ku wî karvekişîna xwe bi şûnde sitandîye.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG